Huşiyar Suweyilî: Vekêşîna Amerîkayê wê bo Îraqê gelek xirab be

dibêje vekêşîna Amerîkayê bi wateya vekêşîna NATO yê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje dibe sedema vekêşîna welatên din.

Berpirsê têkiliyên derve yên partiya demorkata Kurdistanê, Huşiyar Suweyilî di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya Kurdistantv de got: Vekêşîna Amerîkayê li Îraqê wê gelek zirarê bide Îraqê.

Suweyilî anî ziman ku eger Amerîka ji Bexdayê vekêşe, wê welatên din yên ku balyozxaneya wan li Bexdayê de heye, teqlîda Amerîkayê bikin û balyozxaneyên xwe bigirin ku ew yek jî wê zirarên gelek mezin bi xwe re bo Îraqê bîne.

Nav hatî anî ziman ku Amerîka û welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de li ser biryara xwe ya bo vekêşîn ji Bexdayê gelek cidîne jiber ku ditirsin komên çekdar derban li karmend û tîmên wan yên dîplomatîkî bidin.

Ew rayedarê PDKê dibêje ku eger Amerîka anjî hevpeyman ji Îraqê vekêşên wê demê ew yek tê wateya vekêşîna NATOyê ji Îraqê.

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.