Gardian: Tirkiye mehane 10 hezar lire weke mûçe dide cîhadiyan

her meh 10 hezar lîre dide her çekdarekî.
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye cîhadiyan dibe Azerbaycanê û mehane 10 hezar lîre dide wan.

Rojnameya guardian ya Brîtanî derbarê şandina cîhadiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve bo Azerbaycanê bo ku şerê dijî Ermenistanê bikin raportek belav kiriye.

Li gor raporta gardianê, ew cîhadiyên han ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve bi balefirên qaro yên leşkerî ji balefirgeha Helebê ve bo Azerbaycanê tên veguhastin.

Guardian di berdewamiya raporta xwe de nivîsandiye: Tirkiye li gel wan cîhadiyan rêkeftina 3 mehî û 6 mehî îmze dike û bo her mehekê 10 hezar lîreyên Tirkî dide wan cîhadiyên ku qebûl dikin biçin Azerbaycanê şerê dijî Ermenistanê bikin.

Weke tê zanîn beriya çend rojan jî navenda mafên mirovan ya Sûrî belav kiribû ku heta niha 38 cîhadiyên Tirkiyeyê ji aliyê Ermenistanê ve hatine kuştin û zêdetir ji 60 cîhadiyên din jî di şer de wenda bûne.

Rayedarên Tirkiye û Azerbaycanê şandina cîhadiyan red dikin lê Serokê Frnase û wezîrê derve yê Amerîkayê û rayedarên Ermenistanê jî bi belge belav kirine ku Tirkiye cîhadî dişîne Azerbaycanê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.