3 terorîstên din yên DIŞIê hatin girtin

dest jî biser teqemeniyan de hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Îstîxbarata Îraqê dibêje li Neynewayê hatine girtin.

Îro îstîxbarata leşkerî ya artêşa Îraqê belav kir ku di çarçoveya operasiyonên dijî terorîstên DIŞIê de, îro hêzên îstîxbaratê li Neynewayê li gor zaniyariyên ku li berdestê wan bûne operasiyonek lidar xistine.

Di encama operasiyona han de 3 terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Di heman operasiyonê de hêzên îstîxbaratê jî karîne dest deyinên ser 8 kemerên bombekirî yên ku bo teqandinê hatibûn amadekirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.