Duhê rayedarekî PDK/S li Hewlêrê koça daw kiribû.
Îro Serok Barzanî peyameke sersaxî da partiya demokrata Kurdistan / Sûriye.
Duhê endamê komîteya navendiya PDK/S li Hewlêrê jiber Koronayê canê xwe ji dest dabû.
Serok Barzanî di peyama sersaxiyê de nivîsandiye: Mixabin nûçeya koça dawî ya endamê komîteya navendiya PDK/S Mihemed Emîn Husên gehêşte me û em xembar kirin.
Nav hatî tevahiya temenê xwe bo xizmet kirina doza reva ya gelê xwe feda kiribû, ji dest dana wî wendahiyeke mezine, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta wî, PDK/S, heval û kesûkarên wî dikim û hêvî dikim xwedê mezin rihê wî bi cenetê şad bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin