Îro danê sibê çiya hate bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe de yên bo ser gerîlayên pkkê de careke din çiyayê Metînan û derdorê gundên herêmê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyan, îro balefir çiyayê metînan, derdorê gundê Guheriz û Belave ya ser bi Dêrelokê li Amêdiyê bi tundî bordiman kirine.
Her çend ti zirarên canî yên bordimanê nebûne lêbelê şêniyên wan deveran ji rewşa heyî nerazîne û dibêjin bordiman û êrîşên han zirarên gelek mezin dane wan û jiyan li wan zehmet kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin