Balefirên Tirkiyeyê derdorê Sîdekanê bordiman kirin

agir bi jîngeha deverê ketiye.
کوردستان TV
100%

Agir bi gundewarên deverê ketiye.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê balefir û kopterên şer yên Tirkiyeyê bi tundî hin navçeyên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirine.

Her çend ti zirarên canî yên bordimana han ne bûye lê zirarên gelek mezin bi gundewar û jîngehê deverê ketine û agir bi jîngeha deverê ber bûye.

Herwiha şeva derbasbûyî jî quntarên Helgurd û çiyayê Ziraran jî aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine topbarankirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.