Serokê herêma Kurdistanê li gel Serokê civata dadweriya Îraqê civiya

behsa serweriya dadgeh û dadweriyê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa serxwebûna dadweriyê kirin.

Îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê Fayiq Zêdan kir.

Di civînê de giftûgo li ser pergala dadweriyê, pîwerdariyên civata bilind ya dadweriyê, hevkarî û hemahengiya navbera civata dadweriya Kurdistan û Îraqê kirin.

Her du alî tekez li ser parastina serwerî û serxwebûna desthilata dadwerî, tevlî nekirina karûbarên siyasî di nava karûbarên qanûnî de kirin û tekez li ser hemahegniya navbera desthilata dadweriyê ya Îraqê li gel desthilata dadweriyê ya Kurdistanê bi leber çav girtina taybetmendiyên Kurdistanê kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa erk û pîwerdariyên dadgeha federalî û mekanîzma çawetiya diyar kirina Dadwerên wê dadgehê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.