Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê herêmê bo karûbarê pêkhateyan civiya.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê herêmê bo karûbarên pêkhateyan Aydin Merûf kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa pêkhateyên etnîkî li Kurdistanê de bi taybetî pêkhateya Tirkiman hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku Tirkiman pêkhateyeke resene ya Kurdistanê ne û got: Em tekez li ser bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan li Kurdistanê de dikin.
Di berdewamiya civîna han de Aydin Merûf bi awayekî kurt behsa rewşa pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de kir û balkêşande ser maf û azadiyên wan pêkhateyan û got: Rewşa tevahiya pêkhateyan başe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin