21 kesên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê ye.
کوردستان TV
100%

Amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê hatine belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 4 hezar û 864 cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 516 welatiyên din ku piraniya wan li Hewlêr û Dihukêne bi Koronayê ketine.

Her di nava heman 24 seatan de 484 kesên din jî ku piraniya wan li Dihukê ne baş bûne û 21 welatiyên din jî yên ku piraniya wan li Dihukê ne canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.