Rewşa Îraqê di her warî de aloze

dibêje gelek kêşe di nava qanûna nû de hene.
د . مه‌یاده‌ نه‌جار ره‌وشی عێراق له‌ هه‌موو روێكه‌وه‌ ناسه‌قامگیره‌
کوردستان TV
100%

Komên çekdar û derqanûnî gelek zêdene.

Parlementera parlementoya Îraqê ya firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê Meyade Necar ragihand ku rewşa Îraqê di her warî de aloze.

Meyade Necar di dema beşdarî kirin di bernameyeke Kurdistantv de ragihand ku rewşa Îraqê di her warî de rewşeke aloze.

Civîna roja şemî ya parlementoya Îraqê jî ku li ser daxwaza hin aliyan bi taybetî şîeyan hatiye lidarxistin, ti encamek jê dernakeve.

Aliyên şîe dixwazin qanûna hilbijartinan biguherin jiber ku dibêjin qanûna heyî ne li gor berejwendiyên wan e.

Necar anî ziman ku di warê tendirostî, abûrî û ewlekarî de rewşa Îraqê aloze, gendelî gelek zêdeye, hêz û komên çekdar yên derqanûnî gelek zêdene.

Nav hatî anî ziman ku qanûna nû ya hilbijartinan ku hatiye amadekirin gelek kêşe têde hene û lazime li ser were rawestandin daku têde dadmendiya civakî were dabînkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.