Berpirsekî DIŞIê hate girtin

Fermandarê terorîstan bûye.
کوردستان TV
100%

Li bajarokê Pirdê hatiye girtin.

Îstîxbarata leşkerî ya Îraqê belav kir ku di çarçoveya operasiyonên dijî endamên DIŞIê de, îro li bajarokê Pirdê ya ser bi Kerkûkê operasiyonek hatiye lidarxistin.

Di encama operasiyona han de berpirsekî DIŞIê yê li deverê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatiye girtin.

Ew berpirsê han ku beriya niha endamê her du komên terorîstî yên Neqişbendî û qaîdeyê bûye, Fermandarekî leşkerî yê terorîstên DIŞIê bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.