Li Ûkraynayê balafirek ket 22 kesan can dan

3 kes jî wendane.
کوردستان TV
100%

Li Ûkraynayê balafireke serbazî ket, 22 kesan can dan û 3 kes jî wenda bûn.

Wezareta Karûbarên Awarte ya Ûkraynayê diyar kir, balafireke serbazî ya taybet bi veguhastina serbazan An-26 di dema daketina bingeha serbazî ya Chuhuiv li Kieva paytext, şikest.

Li gor zanyariyên Wezareta navborî belav kirin, bingeha ku balafir lê ketiye xwarê, 400 kîlometran dûrî Kievê ye û di encama wê bûyerê de 22 xwendevanên kolêja serbazî can dan, 2 kes birîndar in û 3 kes jî wenda ne.

Heya niha tu zanyarî di derbarê sedema ketina wê balafira serbazî de nehatine belavkirin.

Li gor Hakimê bajar ê Kharkivê Oleksii Kucher destnîşan kir, 27 kes di wê balafirê de bûn, 7 ji wan efser bûn û 20 xwendekar bûn.

Hakimê Kharkivê kuştina 22 xwendekaran piştrast kir û da zanîn, du kesên din li nexweşxaneyê têne dermankirin, 3 kes jî wenda ne.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.