Amerîka balyozxaneya xwe dadixe

dibêje lazime dawî bi wan êrîşan were anîn.
کوردستان TV
100%

Amerîka huşdarî daye Îraqê û gotiye balyozxaneya xwe dadixim.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo huşdarî daye rayedarên Îraqê û gotiye: Eger hikûmeta Îraqê êrîşên komên çekdar li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan ne sekinîne wê demê Amerîka balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dadixe.

Li gor babetek ku li rojanemya Washington Postê de hatiye belavkirin, jiber zêde bûna êrîşên dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan, wezîrê derve yê Amerîkayê huşdarî daye rayedarên Îraqê û gotiye: Eger êrîşên han neyên sekinandin wê demê Amerîka balyozxaneya xwe dadixe.

Di berdewamiya babetê de hatiye nivîsandin ku daxistina balyozxaneyê bi wateya wê yekê ye ku Amerîka wê êrîşên asmanî dijî wan komên çekdar pêk bîne.

N: E.G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.