Yekîtîya Ewrûpa Seroktiya Lukashenko napejirîne

duhê sond xwaribû.
کوردستان TV
100%

Yekîtiya Ewrûpa (YE) ragihand ku ew Aleksander Lukashenko wek serokê Belarûsê nepejirînin.

Lukashenko duhê Çarşemê bi merasîmeke demûdest sond xwaribû û bo dewra xwe ya 6’an dest bi kar kiribû.

Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Siyaseta Ewlekarîyê yê YE’ê Josep Borrell dîyar kir ku li gor wan hilbijartinên Belarûsê yên 9’ê Tebaxê ne ‘’adil û azad’’ bûn û da zanîn ku ew encamên wê qebûl nakin.

Borrell got: Aleksander Lukashenko qaşo di 23’yê Îlonê de dest bi kar kiriye, lê bi rêkên demokratîk yên rêwa ti mafê wî tune ku ew dewreke din bidomîne.’’

Borrel bi bîr xist ku ji hilbijartinên 9’ê Tebaxê vir ve li Belarûsê protesto li dar dikevin û diyar kir ku Lukashenko bi helwesta xwe girjîya li wî welatî mezintir dike.

Wî da zanîn ku ew piştgirîya daxwazên demokratîk yên gelê Belarûsê dikin û dixwazin ku bi çavdêrîya sazîyên Ewrupî jinûve hilbijartineke ‘’adil û azad’’ li dar keve.

Lukashenko, ku li Belarûsê di 26 sal in desthilatê ye, dîyar kiribû ku ew di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de jî bi ser ketiye, lê rikeberî û alîgirên wan encamên hilbijartinê nepejirandibûn û daketibûn qadan,

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.