Bankaya xwînê daxwazek pêşkêşî welatiyan dike

dibêje heta niha tenê 90 kes xwîn dane.
کوردستان TV
100%

Bankaya xwînê ya Dihukê daxwaza pilazmayê dike.

Bankaya xwînê ya Dihukê daxuyaniyek belav kiriye û ji şêniyên parêzgeha Dihukê yên ku beriya niha bi Koronayê ketine û niha baş bûne xwestiye daku bo dana pilazmaya xwînê bo derman kirina kesên din yên berketiyên Koronayê serdana bankê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku heta niha li Dihukê zêdetir ji 4 hezar kesan ji Koronayê baş bûne lê heta niha tenê 90 kes pilazmaya xwînê pêşkêş kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de bankaya xwînê daxwaz ji wan welatiyan kiriye ku ji Koronayê baş bûne daku serdana bankê bikin û pilazmaya xwînê bidin kesên berketî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.