Pevçûnên li Îdlibê zêdetir dibin

zirarên mezin ber cîhadiyan ketine.
کوردستان TV
100%

Rûsye bi tundî çend deverên Îdlibê bordiman kir.

Piştî çend mehan aramiyeke kêm li bajarê Îdlibê, dîsa alozî û pevçûn li deverê zêde bûne.

Li gor zaniyariyên berdest, piştî êrîşên rojên derbasbûyî yên cîhadiyên li Îdlibê ku dibin çavdêriya Tirkiyeyê dene bo ser hêzên Rûsî û Sûrî, balefirên Rûsî dest bi bordiman kirina pêgeh û kempên cîhadiyan li Îdlib û derdorê kirine.

Zaniyariyên berdest behsa wê yekê dikin ku duhê balefirên Rûsî çend cîhên cîhadiyan bi tundî bordiman kirine û di encama bordimanê de zirarên gelek mezin ber cîhadiyan ketine.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.