Peyam bo 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê ye.
Serok Barzanî biminasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta wê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî Serok û tevahiya endamên yekîtiya han û mamoste û zanayên olî yên Kurdistanê dikim.
Rêzdariya min ya bo rola berçav ya zanayên olî di qonaxên cuda cuda ya jiyana gelê Kurdistanê de çi di warê rûbirû bûna hizra tundrewiyê û herwiha bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane heye,
Herwiha rola mamoste û zanayên mezin yên ola îslamê yên Kurd di bihêztir kirina hizra nîştimanî, qebûl nekirina zordariyê û bihêztir kirina çanda lêbûrînê roleke gelek mezin û diyare û di wê rêya han de mamoste û zanayên olî jî qurbaniyên mezin dane.
Hêvî dikim ku zana û mamosteyên olî li ser rola han ya xwe bo hişiyar kirina xelkê berdewam bin û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.
Mesûr Barzanî
21 Îlona 2020an
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin