Jiber xemsariya nûjdaran girtiyeke Kurd canê xwe ji dest da

ew demek bû li girtîgeha Tewrêzê de girtî bû.
کوردستان TV
100%

Li girtîgeha Tewrêzê de girtî bû.

Li gor zaniyariyên berdest, Girtiyê Kurd yê bi navê Îsmaîl Mustexdem ku li girtîgeha bajarê Tewrêzê de girtî bû û rastî nexweşiya penceşêra sêyan hatibû, jiber xemsariya nûjdaran canê xwe ji dest daye.

Ew girtiyê Kurd ji aliyê rayedarên girtîgehê û nûjdarê girtîgehê ve, gelek direng bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û li nexweşxaneyê de jî nûjdar li hemer rewşa wî ya tendirostî gelek xemsar bûne lewre ew girtiyê Kurd li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.