Tirêya Sergelû bi tama xwe navdare

dixwazên bikin markeyeke cîhanî.
کوردستان TV
100%

Sergelû devereke çandinî û torîstîkiye li qezaya Dûkanê.

Gund û devera Sergelû ku dikeve Bakûrê qezaya Dûkanê, hem devereke torîstîkiye û him jî devereke çandiniyê ye û piraniya şêniyên deverê mişxûlê karên çandiniyê û xudî kirina sewalanin.

Li Sergelû çend cure tirê tê berhem anîn ku tirêya reş ya Sergelû, bi tam û regê xwe cureya herî navdare.

Ji tirêya reş ya Sergelû rixmî çê kirina şerbeta tirê, hevdem miwêj jî tên çêkirin û li bazarên Kurdistan û Îraqê de jî hem şerbet, him miwêjên Sergelû bi nav û dengin.

Cotkarên deverê dibijên hewl didin daku tirêya Sergelû li cîhanê bikin markeyeke navdar lewre daxwaz ji aliyên têkildar dikin daku hevkariya wan bikin.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.