Civata wezîran behsa proje bûdceya Îraqê kir

wezaretên darayî û pilandanînê bo beşdarî kirin di komîteya amadekirina projeya bûdceyê de hatine pîwerdarkirin.
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 16ê Îlona 2020an bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr, me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me anî ziman ku bi rêzdarî şehîdên komkujiya gundê Suriya ya ser bi qezaya Zaxoyê bibîr tînin ku di roja 16ê Îlona 1969an de rejîma Besê tawaneke mezin kiriye û çendîn kes ji welatiyên Mesîhî û Misilmanên gundê şehîd kiribû.

Pişt re behsa serdana Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo herêma Kurdistanê kir ku yekem serdana wî bû û bi pêngaveke erênî tê dîtin bo çareser kirina kêşeyên hilpisardî yên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li ser esasê destûra bingehîn ku hêvî dikin bi awayekî kiriyarî giftûgoyên heyî bigehêjin encamp û li berejwendiya her du aliyan de be.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê deme got: Kêşeyên heyî ne tenê mûçe û şayîsteyên darayî yên herêmê di nava bûdceyê dene, belku ji bilî kêşeyên taybet bi bûdceyê, petrol, normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, maf û şayîsteyên destûrî yên din yên herêm, pêşmerge û çend mijarên din beşekin ji nakokiyên heyî yên li gel hikûmeta federalî de.

Herwiha hate diyarkirin ku rixmî qirîzan, lê rewşa xizmetgozariyan li herêma Kurdistanê li gor deverên din yên Îraqê baştire û hikûmeta herêma Kurdistanê ji her kes û aliyek zêdetir hewl bo baştir kirina jiyana welatiyên herêma Kurdistanê daye û  lazime xelkên din weke qortarker (feryadres) neyên dîtin.

Di berdewamiya civînê de Cîgirê Serokwezîr, bi awayekî kurt behsa encamên serdana şanda bilind ya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û çawetiya birêveçûna danûstandinên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya taybet bi bûdce û enerjiyê kir û balkêşande ser wê yekê ku giftûgoyên heyî bi awayek berdewamin ku rêkeftineke mayende ji wan were berhemanîn.

Pişt re her yek ji wezîrê herêmê bo karûbarên danûstandin û Serokê Dîwan û Sekreterê civata wezîran jî bi awayekî kurt behsa proje qanûna bûdceya federalî ya bo sala 2020an yaku roja 14ê Îlona 2020an ji aliyê civata wezîran ya Îraqê ve hatiye pejrandin û bo Parlementoya Îraqê hatiye şandin kir û balkêşandine ser wan xal û madeyên projeyê ku têkildarî herêma Kurdistanê ne.

Di dawiya civînê de me derbarê bingehîn giştî yên steratejîkî yên bûdceya federalî ya Îraqê bo salên 2021an û 2023an kir ku, komîteyek jî bo hatiye avakirin û herêma Kurdistanê jî têde beşdare. Li ser wê mijarê jî wezîrê pilandanînê zaniyariyên pêwîst pêşkêş kir û wezareta wan jî hate pîwerdarkirin daku hemahengî li gel her du wezaretên darayî û abûrî û pilandanînê bike bo wê mebestê daku herêma Kurdistanê bi awayekî çalak û bi bandor beşdar be di prosesa dariştina steratejiya bûdceya federalî bi awayek ku bo dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê be.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.