Amarên dawî yên Koronayê hatin belav kirin

heta niha bi giştî 1417 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 26 kes canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê li Kurdistanê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê 5920 cerbandinên taybet bi Koronayê hatine kirin û di encam de der ketiye ku 754 kes bi Koronayê ketine.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihuk û Hewlêrê hatiye tomarkirin, li Dihukê 211 û li Hewlêrê jî 187 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de 26 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin ku 13 kese.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 38 hezar û 661 kes bi Koronayê ketine û 1417 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.