Duhê bi şev li Koşka Spî hate îmzekirin.
Rêkeftina aştiyê ya di navbera Îsraîl, Îmaratên yekgirtî yên Erebî û Behreyînê duhê bi merasimeke fermî li Amerîkayê hate îmzekirin.
Di çarçoveya merasîma han de yaku li Koşka Spî hatibû organîzekirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û rayedarên Îmaratû Behreyînê jî amade bûn.
Di merasîma han de çend pevy û gotar derbarê girîngiya rêkeftina han de hatin pêşkêşkirin û aliyên beşdar tekez li ser wê yekê kirin ku ew daxwaza aştî û aramiyê bo deverê û gelên deverê dikin lewre ew rêkeftina han îmze kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê û rayedarên Behreyîn û Îmaratê jî di gotarên xwe de jiber hewldanên wî yên bo afirandina derfeta îmze kirina rêkeftina han spasiya Serok û rayedarên Amerîkayê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin