Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîkayê civiyan

dibêje lazime hevpeymaniya cîhanî berdewam be li ser hevkariyên xwe.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê jiber hevkariyan spasiya Amerîkayê kir.

Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên Îraq û Kurdistanê li gel Amerîkayê û bihêztir kirina wan, diyaloga steratejî ya di navbera Îraq û Amerîkayê, gefên teror û rûbirû bûna DIŞIê, girîngiya berdewamiya piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo Îraqê di şerê dijî terorê de û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û kar û hemahengiya hevbeş ya bo derbas kirina qirîz û astengiyên heyî jî hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge, spasiya Amerîkayê kir.

Herwiha balyozê Amerîkayê jî rêzdariya xwe ya li hember hebûna çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.