Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê NetewênYekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.
Di civînê de Serok Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert behsa rewş û pêşhatên dawî yên deverê kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî behsa metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û hilbijartinên dahatû yên Îraqê kirin û Serok Barzanî nêrîn û ramanên xwe yên derbarê hilbijartinên dahatû yên Îraqê û qanûna hilbijartinan anî ziman.
Derbarê rewşa Şingalê de jî Serok Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert behsa wê yekê kirin ku lazime, rewşeke baş were afirandin daku awareyên Şingalê bikaribin bi awayekî serfirazane vegerin ser mal û milkên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin