NY dikare di her warî de hevkariya Îraqê bike.
Îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civînê de Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku NY dikare, bo çareser kirina kêşeyên heyî û derbas kirina qirîzan hevkariya Îraqê bike.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, pêşhatên dawî û danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa girîngiya rola NY kir û got: NY dikare bo çareser kirina kêşeyên heyî û derbas kirina qirîzan hevkariya Îraqê bike.
Pergala federalî li Îraqê, hilbijartinên Îraqê, rûbirû bûna terorê û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin