Îraq daxwaz ji kompaniyên Almanî dike daku li Îraqê kar bikin

wezîrê derve duhê serdana Almanyayê kiribû.
کوردستان TV
100%

Duhê wezîrê derve yê Îraqê serdana Almanyayê kiribû.

Duhê wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên serdana Almanyayê kir û li gel wezîrê derve û wezîrê berevanî yê Almanyayê civiya.

Di wan civînan de behsa rewşa giştî ya Îraqê û têkiliyên navbera Îraq û Almanyayê hate kirin û wezîrê derve yê Îraqê daxwaz ji Almanyayê kir daku di warê rûbirûbûna Koronayê û herwiha amadekariyên Îraqê bo hilbijartinên pêşwext hevkariya Îraqê bike.

Ji aliyeke din ve wezîrê derve yê Îraqê li gel hijmareke xudan kompanî û karsazên Almanî civiya û daxwaz ji wan kir daku li Îraqê de dest bi kar û projeyên curbicur bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.