Serokwezîrê Kurdistanê li gel Balyozê Amerîkayê civiya

hevkarî û piştîvaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê û şandeke pê re kir û piştî bi dawî hatine civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 14/9/2020an me pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, behsa pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê û rewşa Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de me balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û ragihand ku rewşeke erênî û derfeteke baş heye bo çareser kirina kêşeyên helwastî li ser esasê destûra bingehîn û cîhbicîh kirina ew jihev fêmkirinên ku li holê ne bi awayek ku maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê li ber çav werin girtin û li gor berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be.

Di berdewamiya civînê de me behsa rewşa nexwestî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir û dilgiraniya xwe ya li hember kiriyarên li hember şêniyên Kurd yên wan deveran diyar kir. Her di heman çarçoveyê de me eşkere kirk u li wan deveran de liv û tevgerên terorîstan zêde bûne û tekez li ser hemahengiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir.

Di beşeke din ya civînê de balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller amade bûna welatê xwe bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên abûrî û handana Hêlbirênerên Amerîkî li herêma Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser mekanîzma hemahengiya zêdetir û hevkariya Amerîkayê ya bo pêşde birina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û derbas kirina rewşa dijwar ya darayî û tendirostî ya niha jî hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.