Polîsê federalî ew xalên han vala kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, polîsên federalî yên Îraqê yên ku heta niha xalên kontrol kirinê yên derdorê Kerkûkê kontrol dikir, ew xalên han vala kiriye.
Niha di şûna polîsên federalî de polîsên Kurd ew xalên han yên hatûçûyê bo nava Kerkûk û derketin ji Kerkûkê kontrol dikin.
Hate zanîn ku heşda tirkimanî ya Kerkûkê gef li birêveberê giştî yê polîsê Kerkûkê kiriye ku nabe polîsên tirkiman bo wan xalan veguhêze, lewre birêveberê giştî yê polîsê Kerkûkê tenê polîsên Kurd vediguhêze bo wan xalan.
Biryare roja 20 Îlonê ew xalên han bi temamî radestî polîsên Kurd werin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin