Îran bi rêya çekdarên curbicur hewl bo têk birina ewlekariya deverê dike.
Wezareta derve ya Behreyîn bersifa gotinên rayedarên Îranî yên derbarê normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Behreyînê de, da.
Wezareta derve ya Behreyînê eşkere kiriye ku mafê Îranê nîne rê bixe berdem Behreyîn û şîretan li Behreyînê bike.
Wezîrê derve yê Behreyînê Ebduletîf Bin Raşêd ragihand ku Behreyîn xudan serweriye û qebûl nake ti aliyek destwerdanî di karûbarên Behreyînê de bike.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku Îran bi hevkarî û piştîvanî kirin ji komên çekdar hewl bo têk birina aramî û ewlekariya deverê dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin