Asayîşa Hewlêrê 10 hezar dolar vegerand bo xudanê xwe

di rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê de wenda kiribû.
کوردستان TV
100%

Malbeteke Ereb duhê 10 hezar dolar wenda kir lê asayîş ew pere dît û radestî malbetê kir.

Duhê şeme malbeteke Ereb ku şêniyên Romadiye, bi mebesta çareser kirina nexweş, serdana Hewlêrê dike, lê di rêya navbera Kerkûk û Hewlêrê de, li xala kontirol kirinê ya Şêrawe, 10 hezar dolarên xwe wenda dike.

Ew malbet piştî ku digehêje Hewlêrê pê dihese ku pereyên xwe wenda kiriye, dem li dest asayîşa Hewlêrê ji bûyerê agahdar dike û asayîşa hewlêrê jî têkilî li gel xala kontrolkirinê ya Şêrawe daniye û li xala kontrolê ya Şêrawe, ji asayîşê re hatiye gotin ku pere ji aliyê wan ve hatiye dîtin û li bendê xudanê perene.

Pişt re asayîş diçe Şêrawa pereyê tine û radestê malbeta Ereb dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.