Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 36 kes bi vîrusa Korona ketine.
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên vîrusa Korona eşkere kirin û da zanîn ku li navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê jinekê ji ber vîrusa Korona jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilê Sûriyê 36 kesên din bi vîrusa Korona ketine û ji van herêmên in:
Dêrikê: 12
Hesekê: 7
Qamişlo: 8
Girkê Legê: 1
Amûdê: 2
Reqa: 2
Dêrazor: 1
Kobanê: 1
Şehba: 2
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 33 kesên ku bi vîrusa Korona ketibûn baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî daneya îro 819 kes bi vîrusê ketine, ji wan 43 kesan jiyana xwe ji dest daye û 271 kes baş bûne.
ANHA
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin