Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê dibêje pevçûn qewmiye.
Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de li Wanê 3 cendirmeyên Tirk hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyeyê di şer û pevçûnê de Fermandarekî cendirme û du cendirme hatine kuştin.
Tirkiyeyê herwiha behsa kuştina 3 gerîlayên pkkê jî dike lê heta niha pkkê li ser wê mijarê ti daxuyanî nedaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin