Tirkiye ji têkiliyên welatên Erebî li gel Îsraîlê dilgirane

dibêje zirarê dide doza Felestînê
کوردستان TV
100%

Tirkiye normal kirina têkiliyan mehkûm dike.

Piştî ku Îmarat têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal kir, duhê bi şev jî Îsraîl û Behreyîn, bi îmze kirina rêkeftinekê têkiliyên xwe normal kirin.

Piştî wê yekê, wezareta derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Tirkiye normal kirina têkiliyên welatên Erebî li gel Îsraîlê mehkûm dike, jiber ku ew yek zirarê dide doza Felestînê.

Wezareta derve ya Tirkiyeyê herwiha eşkere kiriye ku ew pêngava Behreyînê beruvajî soz û pîwerdariyên Behreyînê ne yên ku di çarçoveya rêkeftina aştiya Erebî û herwiha saziya hevkariya îslamî de dane.

Tirkiye daye zanîn ku ew pêngava han zirareke gelek mezin dide berevanî kirin ji doza Felestînê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.