Mesrûr Barzanî: Hêvî dikin tevahiya kêşeyan li ser esasê destûrê werin çareserkirin

dibêje nabe mijara bûdce û mûçeyê têkilî pirsên siyasî were kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê civiyan.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kir û li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Pişt re Mistefa Kazimî li gel Serok Barzanî civiya û piştî civîna han, Kazimî li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya.

Di civîna navbera Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî de Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han diyar kir û weke nîşaneyeke erênî ya bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê wesif kir.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê tenê ne bûdce û mûçeye û got: Hêvî dikim ku tevahiya kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de lis er esasê destûra bingehîn ya Îraqê werin çareserkirin.

Barzanî eşkere kir ku mûçeya karmendan li herêmê be anjî li her devereke din mafê reva yê xelkê ye û nabe têkilî kêşeyên siyasî were kirin.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku herêma Kurdistanê û Îraq rastî çend kêşe û qirîzan weke qirîza darayî û aloziya rewşa tendirostî (jiber Koronayê) hatine, û got: Em weke Kurdistanê amadene bo çareser kirina tevahiya kêşeyan, bi awayek ku çareserî li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên Îraqê de be.

Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya çareser kirina kêşeya bûdce, petrol, kêşeyên naveçyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, mijarên taybet bi bûdce û pêşmerge kir û anî ziman ku çalak kirina mekanîzma hemahengiya ewlekarî ya di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge de ku deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bo rûbirû bûna terorê gelek giringe.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî tekez li ser wê yekê kir ku hatina şandeke wisa bilind ya Îraqê bo herêma Kurdistanê nîşaneyeke bihêz ya amadebûna me ye bo çareser kirina kêşeyên heyî û danîna bingeheke nû û bihêz bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Kazimî eşkere kir ku serkeftina her beşeke Îraqê serkeftine bo tevahiya Îraqê, û got: Ez bawerim bi hevkarî û hemahengiya navbera tevahiya aliyan û pêkhateyan dikarin pêngavên baş bo çareser kirina kêşeyan bavêjin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.