Di encama agirê de zirarên mezin ber benderê ketine.
Çapemeniya Libnanî îro pêncşem belav kir ku agireke mezin bi bendera Beyrûtê ketiye.
Li gor çapemeniya Beyrûtê di encama agir berbûnê de ku di nava enbareke rûn û lastîkan de çê bûye, zirarên mezin yên madî ber bazaar benderê ketine.
Tîmên hawar hatinê hewl bo temirandina agirê didin û ti zirareke canî ya wê bûyerê tuneye.
Weke tê zanîn di 4a Tebaxa 2020an de teqîneke mezin li bendera Beyrûtê çê bibû û di encam de zêdetir ji 200 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 6 hezar kesan jî birîndar bibûn û zirarên gelek mezin yên madî jî ber deverê ketibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin