Heta niha zêdetir ji 900 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
Di encama belav bûna Koronayê de ji destpêka salê ve heta niha bi giştî 903 hezar û 967 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyên berdest hijmara herî zêde li Amerîka, Brazîl û Hindistanê hatiye tomarkirin.
Li Amerîkayê heta niha 190 hezar, li Brazîl 128 hezar û 539 û li Hindistanê jî 75 hezar û 62 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Herwiha hate zanîn ku heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 28 miliyon kes bi Koronayê ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin