Behsa kêşe û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Îro Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Mistefa Kazimî behsa rewşa giştî ya deverê, pêşroja siyasî ya Îraqê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de û bihêztir kirina têkilî û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Mistefa Kazimî îro danê sibê serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin