Serokwezîrê Îraqê gehêşte Hewlêrê

Kazimî li gel rayedarên Kurdistanê dicive
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê Serokwezîrê Îraqê gehêşte Hewlêrê.

Îro danê sibê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bi serdaneke fermî bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêşte Hewlêrê.

Mistefa Kazimî li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hijmareke din ji wezîr û rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Biryare Kazimî di serdana xwe de ya bo Hewlêrê li gel rayedarên Kurdistanê bicive û di civînan de behsa çend mijarên navbera Hewlêr û Bexdayê werekirin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî jî serdana Kurdistanê kiribû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.