Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 34 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 17 kesên ku pê ketibûn, baş bûne.
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kesên din bi vîrusê ketine. 34 kesên bi vîrusa Korona ketiye li van bajaran in:
Hesekê: 8
Qamişlo: 3
Dêrik: 8
Til Koçber: 1
Amûdê: 1
Kobanê: 1
Reqa: 6
Şehba: 6
Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku 17 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 738 kes bi virusê ketine, ji wan 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 229 kes jî baş bûne.
ANHA
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin