Li Dîwaniyeyê êrîşî ser karwaneke hevpeymanan hate kirin

leşkerek hatiye kuştin û du leşkerên din jî birîndarin
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşê de leşkereke Îraqî hatiye kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest îro danê sibê li ser rêya navbera Dîwaniye û Babilê, êrîşî ser karwaneke hêzên hevpeymaniya cîhanî yaku pêdiviyên locistîkî vediguhest hate kirin.

Jêderên ewlekarî behsa wê yekê dikin ku di encama êrîşê de leşkereke Îraqî hatiye kuştin û du leşkerên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

Hate zanîn ku êrîş bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye.

Jêderên Îraqî eşkere dikin ku mimkune ew êrîş ji aliyê çekdarên şîe ve ku beriya niha çend caran êrîşên wisa pêk anîne, hatibe pêkanîn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.