Wezîrê darayî serdana Bexdayê nake.
Wezareta darayî ya hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku wezîrê darayî yê hikûmetê Awat Şêx Cenab bi Koronayê ketiye lewre nikare îro sêşem li gel şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike.
Biryar bû di destpêka hefteyê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike lê jiber Koronayê ew serdan bo îro hatibû paşxistin û duhê jî wezareta darayî belav kiriye ku wezîrê darayî bi Koronayê ketiye lewre nikare li gel şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin