Ew cara yekem ku ewqas kes bi Koronayê bikevin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 788 kes bi Koronayê ketine. Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 349 kese.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava 24 seatan de 24 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane ku hijmara herî zêde li Silêmanî bûye ku 12 kese.
Heta niha 32 hezar û 998 kes bi Koronayê ketine û 1231 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin