YAT`ê rê li pêşiya komkujiyeke MÎT`a dewleta Tirk girt

ji Girê Spî bo Reqayê hatiye veguhastin
کوردستان TV
100%

Yekîneyên Antîterorê yên QSD’ê operasyonek li dar xist û di encamê de gelek cebilxane desteser kirin. Hate diyarkirin ku cebilxane ji bo çalakiyên terorî yên li Reqayê ji Girê Spî hatiye şandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku di encama operasyoneke hêzên YAT’ê de gelek cebilxaneya ku aîdî MÎT’a dewleta Tirk a dagirker e, hatiye girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gelek cebilxane û teqemenîyên ku ji aliye MÎT’ê ve li Til Ebyad (Girê Spî), bi armanca li herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne alozî û tevliheviyê derxe, hatibûn amadekirin, ji aliyê Yekineyên Antîterorê (YAT) ve di 02.09.2020’an de hatin desteserkirin. Bi wan cebilxane û teqemeniyan dixwestin li Reqayê jî aloziyekê wekî li Dêrazorê hatibû derxistin û negihaştibû encamê, derxin. Bi vê operasyonê ev amadekariyên MÎTê hatin têkbirin.

Cebilxaneya ku hat desteserkirin;

•83 mayin

•50 dewre

•1 demançe

•82 fîşekên demançeyê

•2 dengbir

•2 AK-47

•8 jarjorên AK-47

•700 fîşekên AK-47.”

Ji anhayê hatiye wergirtin

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.