Di êrişeka HSDê de gelek çekdarên Tirkiyê li Til Temir hatin kuştin

du şervanên HSDê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Nêzîkî 20 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve di encama êrîşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li derdora Til Temirê hatin kuştin û birîndar bûn.

Saziya Sûrî ya çavdêra mafên mirov belav kir, HSDê êrîşî binkeyên grûpên çekdaran li gundên Ebûş û Enîq El Hewa li derdora bajarokê Til Temirê kirin.

Wê saziyê da zanîn jî, şervanên HSDê karîn otombîlke serbazî ya çekdaran li eniya gundê Mişêfa biteqînin.

Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de nêzîkî 20 çekdaran hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve hat gotin ku 2 şervanên HSDê jî, dema hewl didan bombeyekê vedin, hatin kuştin.

Ev pêşhat piştî wê tên, piştî 40 rojî ji bêdengiyê, grûpên çekdaran careke din duhî gundên derdora Til Temirê û navenda navçeya Zirganê û gundên başûrê wê bi çekên giran topbaran kiribûn.

Ji basnewsê hatiye wergirtin

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.