Serok Barzanî û Serokê parlementoya Îraqê civiyan

behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
کوردستان TV
100%

Serokê parlementoya Îraqê duhê serdana Hewlêrê kiribû.

Duhê êwarê li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Di civînê de Serok Barzanî û Helbûsî behsa rewşa siyasî ya Îraq û deverê bi giştî kirin û balkêşandine ser rewşa siyasiya Îraqê ya pêşrojê.

Her du alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeş yên tevahiya aliyan bo çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Nirxandina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din ya civînê bû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.