21 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dan

li Dihukê hijmara pêketiyan zêdetir dibe
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 574 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde 336 kese ku li Dihukê hatiye tomarkirin.

Herwiha wezaretê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 21 welatiyên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 32 hezar û 210 kes bi Koronayê ketine û bi giştî 1207 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.