Çavkaniyan ji ANHA’yê re ragihand ku li gundê Um Şiêfiyê yê dagirkirî ku li bakurê navçeya Til Temirê dikeve, teqînek mezin rû da.
Çavkaniyan eşkere kir ku beriya saetekê erebeyeke bombarkirî li gundê Um Şiêfiyê yê bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê teqiya.
Çavkaniyan daxuyand ku ji ber teqînê gelek çete birîndar bûn û ne diyar e ka kuştî hene yan na.
Duh di setên derengiya şevê de li gundên bakurê rojavayê Til Temirê yên Qasimiyê, Mehmûdiyê û Menaxê di navbera çeteyên Sultan Murad û çeteyên Hemzat şer derket.
Di nava 2 rojan de ev erebeya duyemîn e ku diteqe, duh jî çeteyên Sultan Murad li baregeheke leşkerî ya li gundê Reyhaniyê ku li bakurê rojavayê Til Temirê ye erebeyeke bombarkirî teqandibû.
Ji anhayê hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin