Serok Barzanî jiber koça dawî ya Siyasetmedar û Têkoşerê Kurd Elî Sincarî peyameke sersaxî da malbeta xwedê jêrazî.
Ew tekesta peyama Serok Barzaniye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya Siyasetmedar û Têkoşerê navdar yê Kurd û endamê berê yê civata Serkirdatiya PDKê Elî Sincarî gehêşte me. Xwedê jêrazî Elî Sincarî di temena xwe ya xebat û têkoşîna siyasî de hem li şoreşa Gulan û Îlonê de û him jî piştî raperînê û di nava qonaxên curbicur yên têkoşînê de, xudan helwest bûye û wefadarê rêbaza partî û Kurdatî bûye.
Di têkoşîna xwe de her gav erk û pîwerdariyên xwe bi başî û dilsozî cîhbicîh kiriye, ji dest dana wî wendahiyeke mezine.
Sersaxî didim xwe û malbeta wî ya birêz û têkoşer, xwe bi hevkarê xema wan dizanim û daxwaz ji xwedê mezin dikim rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
6/9/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin