Li cîhanê heta niha 870 hezar kes canê xwe ji dest dane

yekem car di meha 1 ya 2020an de li Çînê derketibû
کوردستان TV
100%

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane 870 hezar derbaz kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 871,182 kesan bi vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi zêdetir ji 187 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye.

Piştî Amerîka, bi 124,614 mirinan Brezîlya, û li dû wê jî bi 68,472 mirinan Hîndistan tê.

Li seranserê cîhanê zêdetir ji 26,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine ku Amerîka di hejmara pêketiyan de jî bi 6,1 mîlyonan li pêş e.

Li Brezîlya zêdetir ji 4 mîlyon, li Hîndistanê bi qasî 4 mîlyon û li Rûsya jî zêdetir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.