Di pêşerojê de heşda şebî namîne

dibêje di nava artêşa Îraqê de tên bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Şêwirmendek ji Serokatiya Komar ya Îraqê dibêje tenê alaya Îraqê dibe were hildan.

Şêwirmendê Serokatiya Komar ya Îraqê Îsmaîl Hedîdî ragihandiye ku her çend çekdarên heşda şebî di çarçoveya qanûnê de hatine rêkxistinkirin lê belê biryar hatiye dayîn ku ji niha û pêde di destê hêzên çekdar yên Îraqê de bi tenê alaya Îraqê hebe.

Hedîdî diyar kiriye ku di pêşerojê de tiştek bi navê heşda şebî namîne û ew hêzên han bi temamî di nava artêşa Îraqê de tên bicîhkirin.

Hin aliyên Îraqî yên ku xudan hêzên çekdarin weke tevgera Sedir, piştgîriya biryara han dikin lê hinek aliyên din weke hizbulah û Esayîbî Ehlîheq li dijî biryarê ne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.